Di êrîseke Tirkiyê de 3 sîvîl li Kampa Mexmurê hatine kustin

16 nîsan 2020 14:03
Di êrîseke Tirkiyê de 3 sîvîl li Kampa Mexmurê hatine kustin

PeyamaKurd - Di êrîşeke navgînên hewayî yên bêmirov (NHB)yên Tirkîyê yên ser kampa penaberan ya Mexmurê ya li Herêma Kurdistanê 3 sîvîl hatine kuştin.

Li gorî nûçeya Dengê Amerîka (VOA), Berpirsê Peywendiyên Kampa Mexmûrê Bêwar Emîn radigihîne ku Tirkiyê hebûna hêzên PKK dike hincet û êrîşî kampê dike û dibêje:

“Balafirên bê mirov yên Tirkiyê li başurê kampê, li dijî hemwelatiyên kampê yên ji bêriyê dihatin li ser rê  êrîşeke bombeyî pêk anî û di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.”

Çavkaniyên herêmî radigihînin ku her sê qurbanîyên êrîşa ser kampa ku 3 hezar û 500 malbatên Kurdên ji Tirkêyê li wir dimînin, jî jin in.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê (MSB) têkildarî bombebarana devera Zînî Wertê daxuyaniyek belav kiriye û ragihandiye, 4 gerîlayên PKKê di vê êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.