Di êrîşa dibistanê hejmara kuştiyan gihîşt 9 kesî
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çiftçi ragihand ku di êrîşeke çekdarî de ku ji aliyê xwendekarekî 14 salî ve li dibistaneke navîn a li Mereşê hatiye kirin, 9 kesî jiyana xwe ji dest da û 13 kesên din jî birîndar bûne.
RûpelNews - Piştî êrîşa çekdarî ya li ser dibistaneke li Mereşê, Wezîrê Karên Navxwe Mustafa Çiftçi, Wezîrê Dadê Akin Gurlek, Wezîrê Perwerdehiyê Yusuf Tekin û Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu çûn herêmê û li derveyî Nexweşxaneya Zanîngeha Mereşê derbarê rewşa birîndaran û pêşketina lêpirsînê de daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevpar li dar xistin.
Êrîşkar xwendekarê heman dibistanê bû
Di daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re, Wezîr Çiftçi destnîşan kir ku êrîş derdora saet 13.30ê pêk hatiye. Çiftçi, anî ziman ku kesê êrîş pêk aniye xwendekarê heman dibistanê ye, got, "Ew xwendekarekî 14 salî yê pola 8an e ku diçe dibistanê."
Çiftçi eşkere kir ku kesê êrîş pêk aniye piştî nîvro diçe dibistanê û got, "Ew bi çekên ku ji malê anîbû ket du polan û bêyî cudakirin gule reşand."
"8 xwendekar û mamosteyekê jiyana xwe ji dest dan"
Wezîr Çiftçi, ku hûrgiliyên êrîşê parve kirin, wiha got:
"Di encama vê bûyerê de, mixabin 9 kesî jiyana xwe ji dest da. Heşt ji wan xwendekar in û yek jî mamosteyekî me ye. Herwiha, di bûyerê de 13 kes birîndar bûn. Şeş ji birîndaran niha li beşa lênêrîna giran tên dermankirin û rewşa sêyan jî krîtîk e."
Hatiye ragihandin ku lêpirsîneke berfireh li ser bûyerê didome.
