Di encama lêdana trênê de du penaberên Kurd li Îtalyayê can dan

24 berfanbar 2020 13:33
Di encama lêdana trênê de du penaberên Kurd li Îtalyayê can dan

PeyamaKurd Piştî hejmarek penaberên Kurd gihiştin Ewropayê, li ser rêyeke hesin trênek li wan da û di encamê de 2 penaberan can dan û 9 penaber jî birîndar bûn.

Li gor rojnamevanê Kurd Şoriş Ezîz Surmê yê li Îtalyayê niştecî ye, ji K24ê re diyar kiriye; ew penaber Kurd in û xelkê Herêma Kurdistanê ne û temenên wan di navbera 18-20 de salî ne.

Şoriş Ezîz Surmê destnîşan kiriye, ew penaber ji herêma Liguria ve bi rê ketine, da ku biçin Fransayê û li ser rêyeke hesin meşiyane ji bo rê wenda nekin.

Surmê dide zanîn, ew trêna li ser vê rêyê diçe, trêneke bilez e û bi leza 100 kîlometre di saetekê de diçe.

Herwiha Şoriş Ezîz Surmê eşkere kir, heta niha nayê zanîn ew çawa hatine Îtalyayê, lê berî niha li devera Lecce hatine karantînakirin û ew ji kampê reviyane û hewl dane bigihin bakurê Îtalyayê, da ku ji wir biçin Fransayê.