Di encama hilbijartinan de Graham careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin
PeyamaKurd – Di encama hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê de, Senatorê Komarî Lindsey Graham careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin.
Li Amerîkayê di hilbijartinên Serokatiyê de, ji bilî serok nûnerên Encûmena Pîran jî tên hilbijartin.
Senatorê Komarî Lindsey Graham ku nêzîkî Trump e û xwedî bandoreke mezin e, ji Carolîna Başûr careke din bo Encûmena Pîran hat hilbijartin.
Lindsey Graham ji %55.2ê dengan û Jaime Harrison ê Demokrat ji %43.1ê dengan bidest xist.
Hilbijartinên bo Kongresê taybet jî di siyaseta Amerîkayê de xwedî girîngiyeke mezin e, ji ber ku kîjan partî xwedî hêz be ew partî qada karkirina serok diyar dike.
Graham Mijdara sala derbasbûyî li gel Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdulrehman civiya û Graham piştgiriya xwe ya berdewam bo Herêma Kurdistanê dûpat kir.
Nûnera Hikûmeta Herêma Kurditanê ew senator wek “dostê dêrîn ê gelê Kurd” binav kir. Graham di dema êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê di Cotmeha 2019an de piştevaniya xwe bo Kurdan ragihand.
Graham sala 2018an li gel şandekê serdana Hewlêrê kir û li gel Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya û pêwendiyên baş danîn û Graham û şanda li gel, stayîşa Pêşmerge û neberdana wan kir di şerê li dijî DAIŞê de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin