Di cejna Halloween de li Amerîkayê 12 kes bi çekan hatin kustin

02 mijdar 2021 03:45
Di cejna Halloween de li Amerîkayê 12 kes bi çekan hatin kustin

PeyamaKurd – Li Amerîkayê di dawiya hefteya borî, cejna Halloween (Pîrhevoka), ji Californiyayê heya Florîdayê hat pîroz kirin û di cejnê de, di êrîşên çekdarî de 12 kes mirin û 52 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina çapemeniya Amerîkaye; di sala 2021 ê de li seranserê Amerîkayê 599 êrîşên weha pêkhatine, di sala 2020 an de jimara êrîşan 611 û di 2019 an de 417 êrîş hatine qeydkirin.