Di bahoz û bagera li Amerîkayê de 21 kesan can da

02 nîsan 2023 12:04
Di bahoz û bagera li Amerîkayê de 21 kesan can da

PeyamaKurd – Li naverast û rojhilatê Amerîkayê ji ber bahoz û bagerê herî kêm 21 mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Ajansa Krîz û Karesatan a Wilayeta Tennessee ku ketiye ber pêleke bihêz bahozê, ragihand ku heft kes ji ber bahozê mirine.

Hat ragihand ku 14 kesên din li wilayetên Arkansas, Mississippi, Alabama, Indiana û Illinois ji ber bahoz û bagerê can dane.

Hakima Wilayeta Arkansasê Sarah Huckabee Sanders ji ber rewşa xirab a keşûhewayê rewşa awarte ragihand û got, ligel Serokê Amerîkayê Joe Biden axiviye daku hevkariya federalî bigihe wilayetê.