Di 24 saetên dawiyê de li Idlibê 16 sivîl û 112 serbaz û çekdar hatin kustin
PeyamaKurd - Şerê li parêzgeha Idlibê tundtir dibe û di 24 saetên dawiyê de 16 sivîl û 112 serbazên rêjîma Sûriyê û çekdarên opozîsyonê hatin kuştin.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) belav kir, şer û pevçûn di navbera hêzên rêjîma Sûriyê û grûpên ser bi wê ve ji aliyekî û çekdarên Desteya Tehrîr El Şamê û grûpên ser bi wê ve ji aliyekî din ve li başûrê rojhilata Idlibê bi tundî berdewam dike.
Rewangehê da zanîn ku helîkopterên rêjîma Sûriyê bi dehan bi bermîlên teqîner bi ser bajarokên Miret Numan û Circinazê de barandin, balafir ên şerî yên rêjîma Sûriyê û Rûsyayê jî gundê Miret Numan Mireşmişê û Ebû Dihor bombebaran kirin.
Herwiha diyar kir, di encama şer û pevçûnan de hêzên rêjîma Sûriyê karîn bi dehan gundan li wê navçeyê kontrol bike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin