Dev ji dijatiya Kurdistanê bernade: Vê carê jî banga xwepêsandanan kir!
PeyamaKurd – Serokê partiya Nifşa Nû (Newey Nû) û xwediyê NRT TVyê Şasiwar Ebdulwahîd ku ji referandûma serxwebûnê bigirin heta niha li dijî her berjewendiyên Kurd û Kurdistanê derdikeve vê carê jî xwepêşandanên li Iraqê wekî derfet zanî û banga xwepêşandanan li herêma Kurdistanê jî kir.
Ebdulwahîd di daxuyaniya xwe ya provokatîf de dibêje, heman sedemên protestoyên li Iraqê li Kurdistanê jî hene û heger niha xelk serî hilnede û dernekeve kolanan dê kengî derkeve.
Şasiwar Ebdulwehîd di daxuyaniya xwe de diyar dike ku ew bi xwe jî amade ye derkeve kolanan û li mafê welatiyan bipirse.
Serokê Nişfê Nû di proseya referandûma serxwebûnê de jî bi dijberîya xwe ya li dijî serxwebûna Kurdistanê tê naskirin ku hem bi kampanyaya xwe hem jî bi televizyona NRT milyon dolar xerc kiribûn daku referandûm sernekeve, lê referandûm li beramberî sedî 92 dengê Belê, bi sedî 6 dengê Na encam dabû.
Şasiwar Ebdulwehîd ku çavkaniya dewlemendiya wî ya aborî hê jî nediyar e, niha jî li dijî lîsteya Kurdistanî ya hilbijartinên parêzgehên Kurdistanî yên derveyî îdareya Kurdistanê radiweste û rêkeftina navbera hemû partiyên Kurdistanî jî red kiribû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin