Desteya Meteorolojî û Erdhejê ya Iraqê rapora meha Çileyê eskere kir
10 sibat 2025 03:03
PeyamaKurd – Desteya Meteorolojî û Erdhejê ya girêdayî Wezareta Veguhestinê ya Iraqê ragihand ku tenê di meha borî de 92 erdhej hatine tomarkirin.
Di raporê de ku roja Yekşemê 9ê Sibata 2025an hatiye weşandin, Wezaretê eşkere kiriye ku di meha borî de 62 erdhej li Iraqê rû dane û li welatên cîran jî bi giştî 30 erdhej hatine tomarkirin ku 22 ji wan li Îranê û 8 jî li Tirkiyê bûne.
Di raporê de herwiha agahî hat dayîn ku li Xaneqînê 43, li Nînowa 5, li Hewlêrê 5 û li Silêmaniyê 4 erdhej pêk hatine.
Li gorî vê raporê, li Mîsan 2, li navçeya Havice ya parêzgeha Kerkûkê 2 û li Duhokê erdhejek çêbûye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Rapora Pentagonê: Amerîka vekisîna ji Iraqê berçav dike
20 tbx 2024
Cîhan
Desteya Herêmên Kurdistanî: Em ji serjimêriya Iraqê bi guman in
18 îln 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin