Desteya Ewlekariya Zonguldakê qedexe danî ser alîgirên Amedsporê

08 îlon 2019 20:14
Desteya Ewlekariya Zonguldakê qedexe danî ser alîgirên Amedsporê

PeyamaKurd - Desteya Ewlekariya Bajarê Zonguldak ê Tirkiyê, beriya yariya Zonguldak Komurspor û Amedsporê temaşekirina yariyê li alîgirên Amedsporê qedexe kir.

Amedsporê li ser medya civakî ragihand ku Desteya Ewlekariya Bajarê Zonguldakê piştî civîna ku kiriye biryara qedexekirina temaşeya yariyê bo alîgirên me daye.

Herwiha Zonguldak Komursporê jî heman agahî belav kir û alîgirên Zonguldakê jî bertek nîşanî wê biryarê dan.

Alîgirên Zonguldak Komursporê li ser medya civakî gotin, “Ma em bi qasî ku mêvanan nehewînin xirab bûne?”, “Spor biratî û dostanî ye, dabînkirina wê jî erka dewleta me ye.”, “Ma Diyarbekir bajarê welatekî din e?”