Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkayê ji bo Rojava bang li rêveberiya Washingtonê kir
PeyamaKurd - Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkayê, li ser guhertina demografîk û tawanê nemirovî yên ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê yên girêdayî wê pêk tên, civînek li darxist û bangewazî li rêveberiya Washingtonê kir zextê bike û bikeve tevgerê.
Di civîna ku doh 10ê Hezîranê ku bi rêya vîdyo konferansê hat lidarxistin de, Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkayê daxwaz ji rêveberiya Washingtonê kir ku ji bo bi dawîbûna qirkirina nîjadî divê artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve ji Sûriyê derkevin.
Desteyê diyar kir ku bi pêkanîna qanûna Qeyser re, divê ziyan negihîje Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û got, ‘Divê rêxistinên navdewletî, bernameyên pêşxistin û geşedanê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbikin, ew jî bêyî bandorê li karê Rêveberiya Xweser bikin.’
Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkî herwiha bi bîr xist ku aniha dewleta Tirkiyê, Ermen li Girê Spî nehiştine û ew ditirsin Tirkiyê dawî li hebûna Xiristiyên li Dêrik û Til Temirê jî bîne.
Desteyê wiha got: “Dewleta Tirk, ji serdî 90 Êzidî ji Efrînê derxistin û cihên wan yên pîroz xera kirin. 175 malbatên Xiristiyan neçarî koçberiyê kirin.”
Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkayê bangewazî kir ku divê komîteyek ji bo şopandina kirinên li herêmên dagirkirî diqewimin, ji aliyê Kongressa Amerîkî ve were avakirin û Amerîka zextê bike da kursiyekî Rêveberiya Xweser li ser maseya danûstandinên Cenevê hebe.
Desteya Azadiyên Olî ya Amerîkî, di dawiya daxuyaniyê de got: “Bi dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, azadiya hemû olan hate binpêkirin, ji lewre divê Amerîka zextê li Tirkiyê bike da rêzê ji olan re bigire û lêpirsînê derbarê Êzidiyên ku ji aliyên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine revandin, dest pê bike.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin