Derziya Oxford/AstraZenecayê serê salê tê pesend kirin: Bi formuleke nû û misgorgerkirî tê
PeyamaKurd – Piştî ku derziyên bo vîrusa koronayê yên Pfizer/BioNTech û Modernayê hatin pesendkirin û dest bi bikaranîna wan hat kirin, derziya sêyem a bi bandor ya Oxford/AstraZenecayê di demek nêzîk de tê pesendkirin.
Berpirsê Giştî yê kompaniya AstraZeneca ya Swêdî Pascal Soriot ji rojnameya Brîtanî The Sunday Timesê re daye xuyakirin ku bi formula wan a nû re, derziya wan a Covid-19 ji bo hemû mutasyonên koronayê wê bandora xwe nîşan bide.
Soriot gotiye, “Em bawerin ku me formule dide qezenkirin peyde kiriye” û ragihandiye ku di rojên pêş de wê encamên ceribandinên derziya wan ji raya giştî re bên eşkerekirin.
Derziya Oxford/AstraZeneca di ceribandina doza yekemîn de ji sedî 70 serkeftin li dijî koronayê bi dest xistibû û di doza nîv û duyem de jî bandora wê gihîştibû ji sedî 90î.
Niha li Brîtanyayê Saziya Dermanan û Derziyan lêkolînên xwe li ser encamên qonaxa 3yem a dawî bo /OxfordAstraZenecayê berdewam dike.
Tê çaverêkirin heta 4ê Çileya 2021ê derziya Oxford/AstraZeneca ji aliyê Brîtanya û Yekîtiya Ewropayê ve were pesendkirin û belavkirina wê dest pê bike.
Derziya ku ji aliyê Oxford/AstraZeneca ve hatiye bipêşxistin bi bihayê xwe yê arzan jî balê dikişîne ku behsa 2-3 dolaran tê kirin. Heta niha li seranserê cîhanê bêhtirî 1,4 milyar doz peymanên kirîna derziya Oxford/AstraZeneca hatine girêdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin