Derwazeya nû ji Weqfa Tahir Elçî derket

18 nîsan 2019 20:25
Derwazeya nû ji Weqfa Tahir Elçî derket

PeyamaKurd - Hejmara sêyem a kovara Derwaze ku niha di bin banê Weqfa Tahir Elçî de weşanê dike çap bû.

 Derwaze kovareke lêkolînî-akademîk ya salane ye, bi kurdî - bi elifbaya kurdîya û elifbaya kurdiya sornaî derdikeve.

Di vê jimareyê de gotarên lêkolînî, bendên kurt ên lêkolîn û belge pêşkêşkirinê, gotar û nivîsarên nirxandina kitêban, herwiha wergera kurmancî pêşgotina Orientalism ya Edward Said û wergera soranî ya gotareke Emîr Hesenpûr cih digirin.