Dengê çekan qut bû, çav li maseyê danûstandinan e

27 tîrmeh 2026 09:07

Hate ragihandin ku Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (CENTCOM) pêşniyar kir ku operasyon bên rawestandin, bi hinceta ku êrîşên hewayî yên li derdora Tengava Hurmizê armancên xwe yên leşkerî bi dest xistine. Li gorî zanyariyan, vê nirxandinê di biryara Serokê DYAyê Donald Trump a ji bo rawestandina êrîşan de roleke sereke lîst.

Dengê çekan qut bû, çav li maseyê danûstandinan e

RûpelNews - Li gorî nûçeyeke Axiosê, ku xwe dispêre du çavkaniyan, Fermandarê CENTCOMê Amîral Brad Cooper Trump agahdar kir ku şiyana Îranê ya ji bo armancgirtina keştiyên bazirganî bi awayekî berbiçav lawaz bûye û êrîşên hewayî yên zêdetir dê ti qezencên stratejîk ên zêde bi xwe re neynin.

Hewldanên dîplomatîk ketin rojevê

Tê ragihandin ku Trump roja Înê, piştî nêzîkî 13 rojên êrîşên rojane, fermana rawestandina operasyonan da; hate destnîşankirin ku ev biryar hevdem bû bi hatina şandeyeke Umanî bo Tehranê ji bo danûstandinên li ser ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê.

Nûnerê Mayînde yê DYAyê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz, jî diyar kir ku Trump êrîş rawestandine da ku derfetê bide hewlên dîplomatîk, lê lê zêde kir ku Serok "hemû vebijêrkan li ser masê dihêle".