Demîrtas: Sibe ne dawiya dinyayê ye, lê dibe ku dawiya demokrasî û aboriyê be

27 gulan 2023 15:44
Demîrtas: Sibe ne dawiya dinyayê ye, lê dibe ku dawiya demokrasî û aboriyê be

PeyamaKurd Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, ji Kemal Kiliçdaroglu re deng xwest.

Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê tûra duyemîn a Serokomariyê ya ku sibê tê kirin de peyamên wiha dan:

“Sibe ne dawiya dinyayê ye, lê dibe ku dawiya demokrasî û aboriyê be.

Sibe ne roja qiyametê ye, lê dibe ku hilbijartina dawî be.

Em soza aştî û bextewariyê didin Tirkiyê; Em destê biratiyê dirêj dikin.

Birayên min vî destî li hewa nehêlin. Dengê xwe bidin Kiliçdaroglu, bila Tirkiye bêhna xwe bistîne.”