Demirtas ji ber serlêgerîna rêvebiriya zîndanê, hevdîtina bi parêzerê xwe re red kir

14 adar 2024 00:12
Demirtas ji ber serlêgerîna rêvebiriya zîndanê, hevdîtina bi parêzerê xwe re red kir

PeyamaKurd – Parêzgerê serokê berê yê HDPê yê Selahattin Demirtaş parêzer Ramazan Demir çû Edirne seredana Demirtaş ê di zîndana Edirneyê de lê ji ber Demirtaş kiryarên lêgerîna di zîndanê de qebûl nekir, bi parêzerê xwe re hevdîtinê red kir û derneket ziyaretê.

Li ser bûyerê DEM Partî jî daxwuyaniyekî da û got ku kiryarên rêvebiriya zîndanê xûrûra mirovî dişkêne û ne hûqûqiye û kiryarê qebûl nakin. Parêzer Ramazan Demir di ser hesabê xwe yê Xê de weha got:

“Di van rojên hindik maye hilbijartin bibe, rêvebiriya zîndanê bi zorê dest bi serlêgerîna Demirtaş kir. Bi fermana wezareta Dadê her cara ku Demirtaş here seredana ziyaretvanên xwe, wê di derçûn û dagera oda xwe de, li ber kamerayê divê pêlava xwe derxe.

Demirtaş vê kiryarê weke şikandina xûrûra xwe û tiştê bi zorê radigihîne, wê qebûl neke û gotiye ji niha û pê de wê bi malbat, parêzer û parlementeran re hevdîtin neke. Navenda DEM Partiyê ji mijarê hatiye agahdarkirin. Wê desthilatên partiyê bi wezareta dadê re têkiliyan deyne da dev ji vê kiryarê berdin.”

DEM Partî jî li ser mijarê daxwuyanî da û got ku kiryarên weha xûrûra mirovî dişkêne û nayê qebûlkirin.