Demîrtas: Hayê Erdogan ji daxuyaniya hisyariya peymana Montro hebû
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş diyar kir, hayê Erdogan ji daxuyaniya Generalên teqawît ên ku hişyarî ji peymana Montro vekişin dan, hebû.
Beriya niha, 10 amîralên teqawît di nameyeke îmzeyên 103 Generalan li ser hebû, hişyarî ji vekişîna Tirkiyê ji peymana Montro da.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş li ser mijarê ji Medyascope re axivî û da zanîn: Ji berê de agahiya Hikûmetê ji wê daxuyaniyê hebû. Eger bixwestana, dikarîbûn pêşî li weşandina daxuyaniyê bigirtana. Lê xwest ku bê weşandin, armanca wan ew bû ku bi pêşandana hêzê zexta civakî zêde bikin.
Selahattîn Demîrtaş destnîşan kir, ji ber êdî civak bi derew û polîtîkayên Hikûmetê dizanin, ev plan bi ser neket.
Peymana Montreo di sala 1936an de, bi armanca rêxistina trafîka keştiyê li ser stampên Tirkiyê li Deryaya Reş, kete meryetê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin