Demirtas: Biryara TÎPê sas e

17 nîsan 2023 13:30
Demirtas: Biryara TÎPê sas e

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye diyar kir, ew hê jî difikire ku biryara TÎPê ya bi navê xwe ketina hilbijartinê, biryareke şaş e.

Selahattin Demirtaş di hevpeyvîna xwe ya ligel BBC Turkê de, derbarê îhtimala mayina hilbijartinên serokmariyê ji bo tûra duyem ji ber namzediya Muharrem Înce de wiha got:

“Ez difikirim ku hilbijêr dema ku biçin ser sindoqan wê di tûra yekem de hilbijartinan bi hilbijartinek maqûl biqedînin. Lê eger hilbijêr hebin ku bi vî awayî hesabên baş ji hilbijartinê re derxin tûra duyemîn, şîreta min a nerm ji wan re ew e ku rasterast dengê xwe bidin Erdogan. Ji ber ku di matematîka hilbijartinê ya îroyîn de tu ferqa dengdayîna Înce û dengdayîna Erdogan nîne. Ger hilbijartinek çêbibe, derkeve tûra duyemîn jî garantî tune ku Erdogan nikaribe bi ser bikeve. Di vê mijarê de ez dikarim bi hêsanî ji hilbijêrên Înce re bêjim: Eger bi Erdogan re 5 salên din jî xwe amade bikin, dikarin hilbijartinê ji tûra duyemîn re bihêlin. Ji bo me ne xem e!”

Demîrtaş, derbarê pêkhateya Tifaqa Ked û Azadiyê ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) de ku bi navê xwe dikeve hilbijartinê de jî got, “Ez hêvî dikim ku di şeva hilbijartinê de poşmaniyeke mezin çênebe. Ev biryara TÎPê bi xwe ye, em tenê dikarin rêz bigirin û serketinê dixwazin. Lê dîsa jî ez difikirim ku ew biryarek şaş bû. Partiya dengdêrên Partiya Çep a Kesk diyar e, helbet dengê wan ji bo Partiya Çep a Kesk e. Wekî din çawa dibe?"

Derbarê rexneyên ku HDPê namzedê serokomariyê destnîşan nekiriye de jî Demîrtaş got.

“Kabûsa herî xerab a Erdogan bû ku partiya me namzed destnîşan nekir, niha jî bi rêya me hewl dide birêz Kiliçdaroglu bêzar bike, ji ber ku wisa bûye. Di hilbijartinên herêmî de jî heman taktîk sepand û paşve çû. Ji ber ku êdî gel bi derew û îftîrayan nayê xapandin.

Ger Erdogan bawer bû ku HDP û Kurd dikarin dengan bi dest bixin, wê li ber Navenda Giştî ya HDPê kon veda û li wir raza. Niha pisîk nikare xwe bigihîne kezebê, jê re dibêje nepaqij e.”