Demirtas: Berî hilbijartinê plana êrîsa ser Kobanê dikin!
PeyamaKurd - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahettin Demîrtaş ku ji sala 2016an li Girtîgeha Edirneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê çend peyam li ser hilbijartinên Tirkiyeyê belav kir û got, desthilatdariya AKP ya Tirkiyê beriya hilbijartinan dixwaze êrîşî Kobanê bike.
Demîrtaş di peyamên xwe de diyar kir, divê opozîsyona Tirkiyê li dijî vê planê raweste û helwesteke jidil nîşan bide û xwe yekalî bike, yan dê ji bo bidestxistina dengan piştgiriya operasyona leşkerî bike, yan jî dê li dijî şerekî raweste ku tenê armanca wê bidestxistina dengan di hilbijartinan de ye.
İktidar, seçim öncesi Kobani'ye bir saldırı planı yapıyor.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) January 28, 2023
Muhalefetin en büyük sınavı, bu sinsi plan karşısında alacağı tutumdur.
Oy için başkasının toprağını işgal girişimine "ayaklarına taş değmesin" mi, yoksa seçim uğruna girişilen savaşa cesurca "hayır" mı?
3/3
Demirtaş di berdewamê de jî dibêje “Çima Tifaqa Cumhur namzedekî ku bi ser bikeve nabîne, li ser kesê ku nikare hem bibe namzed û hem jî bi ser bikeve, israr dike? Na, eger Erdogan namzedê biser bikeve be çima hewil dide HUDA-PARa ku 170 hezar dengên wê heye tevlî tifaqê bike?
AKP + MHP + BBP + Partiya Vatan + HUDAPAR. Li gorî we çiye ku dikare wan bîne cem hev? Hevkariyeke giran a sûcan e? An jî ew amadekariyeke pêşîn a plana şer a nû ye? Teqez ne ne hezkirina welat e.”
Li aliyê din gotinên Demirtaş ên derbarê HUDA-PARê de rastî bertekên rêveber û alîgirên HUDA-PARê hatin ku rexneyên tund li Demirtaş hatin kirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin