Demirtas: Berî her tistî em ê rewsa awarte rakin!
PeyamaKurd- Hevserokê berê yê HDPê û namzetê Serokomariya Tirkiyê yê HDPê Selahattin Demirtaş li ser hilbijartina 24ê Hezîranê nêvînên xwe bi rêya rojnameya Evrenselê parve kirin û got ku heke ez bibin serokomar, berî her tiştî em ê rewşa awarte û encamên wê yên xiraker ji holê rakin. Em ê fikrên hemî partiyên siyasî bistînin û ji bo demokrasiyê, bilez nexşerêyekê pêk bînin. Divê em careke dî parlamentoyê bînin ser wezîfeya wê ya eslî. Divê berî gavekê makezagoneke nû were amadekirin.
Dermirtaş wiha dewam kir: “Pirsgirêka Kurdî pir girîng e û lazim e li her qadê ev were nîqaşkirin. Divê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê em cesaretê bidine her kesî. Divê ev mesele êdî nebe mijara hilbijartin û berjewendiyê.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin