DEM Partiyê li ser Selahattîn Demîrtas daxuyanî da
PeyamaKurd – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî lêgerîna rûtîn a Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê ji sala 2016an ve girtî ye, da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em bang dikin ku di zûtirîn demê de pêkanînên dijmirovahî yên li dijî Demîrtaş û hevalên me yên li girtîgehan zêde dibin, bi dawî bibin. Em bang li muxalefeta demokratîk û raya giştî dikin ku li dijî van bêhiqûqiyan derkevin û bi hev re têbikoşin.”
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
“Ji aliyê parêzerên wî ve ji raya giştî re hat ragihandin ku li ser rêhevalê me Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Edîrneyê bi awayekî bêhiqûqî dîl tê girtin, dema çûyîn û hatina hevdîtinan pêk tê, li dijî hevrêyê me Selahattîn Demîrtaş, dest bi lêgerîna laşî ya şermezarkirinê hatiye kirin. Em vê ferzkirina heqaret û nehiqûqî ya li ser Demîrtaş red dikin.
Her wiha armanc dike ku pêşiya xebatên me yên hilbijartinê bigire. Em diyar dikin ku berpirsyariya vê zexta zêde ya li girtîgehan, Wezareta Edaletê û hikûmetê ye.
'Partiya DEMê nayê rawestandin'
Em weke Partiya DEMê xebatên xwe yên hilbijartinê bi kampanyayek ku hilbijartiyên me û hevalên me yên girtî jî tê de beşdar dibin, dimeşînin. Hikûmeta ku ji destpêka kampanyaya hilbijartinê ve li hemberî piştgiriya gelê me ya ji bo partiya xwe di her qadê de bêhêziya siyasî dimeşîne, her cure bêhiqûqiyê dike. Lê divê were zanîn ku bi van kiryarên neqanûnî yên li dijî rûmeta mirovatiyê nikare pêşiya Partiya DEMê bigire.
Em bang dikin ku di zûtirîn demê de dawî li pêkanînên li dijî Demîrtaş û hevalên me yên li girtîgehan werin. Em bang li muxalefeta demokratîk û raya giştî dikin ku li dijî van bêhiqûqiyan derkevin û bi hev re têbikoşin.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin