DEM Partî pistî hevdîtina bi Erdogan re daxwuyanî da
PeyamaKurd – Piştî PKKê ragihand ku ji nav sînorê Bakûrê Kurdistanê bi temamî vekişiyane, heyeta DEM Partiyê li Beştepe bi serokkomarê Tirkiyê Erdoğan re civînekî pêkanî. Piştî civînê bi îmza Pervin Buldan û Mithat Sancar daxwuyanî hat dayîn. Di daxwuyanîyê de weha hat gotin:
“ Îro li Beştepe bi serokkomar birêz Erdoğan û heyeta pê re li dora seetekî me hevdîtinekî kir. Di hevdîtinê de di pêvajoya aştiyê û demokrasiyê de asta ku em tê de ne û ji niha û pê de tiştnên divê bên kirin, me berfireh rave kir. Di mijara ji bo pêvajo bilez û baş bimeşe de, em di heman têgihîştin û fikrê de ne. Em ji raya giştî re radigihînin.”
Di hevdîtinê de cîgirê serokê AKPê Efkan Ala, serokê MİTê İbrahim Kalın, ji DEM Partiyê Pervin Buldan û Mithat Sancar hebûn.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin