DEM Parti: Gotina 'prose sekinî' ne rast e
Li beramberi daxuyaniya PKKê ku digot "pêvajo rawestî ye", Parlamenterê DEM Parti yê Antalyayê Saruhan Oluç got, "Ne rast e ku mirov bibêje pêvajo rawestî ye; em hêvî dikin ku di rojên pêş de gav bên avêtin."
RûpelNews - Ev demeke di siyaseta Tirkiyeyê de li ser proseyê "gelo pêvajoya ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rawestiyaye an dê bidome" nîqaş tên kirin.
Digel ku Murat Karayılan ê ji PKKê ku ragihandibû pêvajo hatiye sekinandin lê belê DEM Parti daxuyaniyên cuda dide.
"Gotina prose sekinî ne rast e"
Parlamenterê Antalyayê yê DEM Parti Saruhan Oluç li ser mijarê got: "Ne rast e ku mirov bêje prose sekinandî ye."
Oluç li ser mijarê wiha axivî:
"Leza pêvajoyên wiha carinan dikare hêdî bibe û carinan jî bilez bibe ev yek di mînakên li seranserê cîhanê de jî wisa ye. Tiştê ku em niha li Tirkiyeyê dijîn hinekî dişibe vê yekê. Ne rast e ku mirov bibêje pêvajo rawestiya ye, lê hin astengî hene. Ji bo çareserkirina van astengiyan, ji bo misogerkirina ku hêdîbûna lezê pirsgirêkên zêdetir çêneke, û ji bo rakirina astengiyên biçûk, em bi rastî çi ji destê me tê dikin. Lê heta ku em dibînin ji xeynî me her kes çi ji destê wan tê dike."
"Em hêvî dikin ku di rojên pêş de gav bên avêtin"
Oluç got, "Ji bo ku pêvajo dîsa leza xwe bi dest bixe û encam bên bidestxistin, em hêvî dikin ku di rojên pêş de gav bên avêtin. Ji ber vê yekê, wekî DEM Parti em bi biryar û pabend in ku her tiştê di destê me de ye bikin hem bi rêya delegeyên xwe û hem jî wekî partî da ku em misoger bikin ku ev pêk were." (Çavkanî: ANKA)
