DeltaAirlines ragihand ku bi sedema Kovid-19 ê 408 mîlyon dolar zerar kiriye
PeyamaKurd – Şîrketa rêyên hewayî yê Amerîkayê Delta Airlines ragihand ku bi sedema Kovid-19 ê 408 mîlyon dolar zerar kiriye. Şîrket got ku varyanta Omigronê bilez belav dibe û di çaryeka dawî ya sala 2021 ê de 408 mîlyon zerar kiriye. Navenda Deltayê Atlantayê û ji ber Omigronê gelek seferan betal kiriye û bende nîne ku di çaryeka sala nû de kar bike.
Delta, ragihand ku di sala 2022 an de wê mesref zêdetir bibin û ardûyên baklafiran li gor sala 2019 an %15 zêdetir bibe. CEO yê Deltayê Ed Bastian weha got:
“Di nav 4 hefteyên dawiyê de 8 hezar xebatkarên şîrketê bi Kovid-19 ê ketin. Karkerên nexweş û şertên zivistanê kirin ku ji 24 ê meha 12 an heya niha me zêdetirê 2.200 seferan betal kir. Jimara rêwiyan li gor sala 2019 an %20 kêm bûye. Delta di mehên baharê de dikare têra xwe rêwiyan bigre,balafiran tije bike û bikeve dewra karê.”
Şîrketa Atlanta jî ragihand ku di mehên baharê de wê têra wan rêwî hebin, balafir tije bibin û bikevin dewra karê. Di serê hefteyê de CEO yê Atlanta Scott Kirby jî ji xebatkatrên şîrketa xwe re name şandibû û gotibû ku 3 hezar xebatkarên şîrketê bi Kovid-19 ê ketine.
Li balafirgeha Newark Liberty di yek rojekî de 1/3 a xebatkarên Unitedê bi Kovidê ketibûn û hinek seferan betal kiribû.
Di her dû şîrketên rêyên hewayî de 74 hezar xebatkar dixebitin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin