Dayika ku HDPê protesto dike, banga astiyê li Erdogan kir
PeyamaKurd – Çalakiya dayikên ku dibêjin HDPê zarokên wan şandine çiyê li ber avahiya HDPê ya Diyarbekirê dewam dike.
Yek ji dayika li ber avahiya HDPê Hediye Begdaş kurê wê Yusuf Begdaş ji 5e Gulana 2019an ve winda ye, li ser pirsa rojnamevnan bang li Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kiriye û li ser hin malbatên keviran davêjin avahiyê wiha axivî:
“Bi xerakirin û şikandinê çareserî nabe. Em hemû bibin yek bang li Erdogan û her kesî bikin bila aştiyê çêkirin. Hemû zarokên me ne. Bila êdî kezaba hemû dayikan neşewite. Heyfa me hemûyan e. Bila herdu alî jî nemirin. Ez bang li Erdogan dikim, êdî bila aştî çêbe.”
Herwiha dayikeke din bi navê Aysel Koyun jî dema peyamnêrê A Haberê jî pirsiyê ‘çima li vir î?’ bersiv daye û gotiye, “Nizanim” û hin malbatên li ber avahiyê nobedariyê dikin jî bertek nîşanî kesên kevir avêtine dane.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin