Daxuyaniya Rûsyayê li ser operasyona Idlîbê
PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku derbarê operasyoneke li dijî bajarê Idlibê ew li gel Tirkiyê gotûbêj dikin.
Sergey Lavrov li Moskovayê di civîna li gel Wezîrê Karên Derve yê Erebîstana Siûdî Adil Cûbeyr de li ser operasyoneke muhtemel bo kontrolkirina bajarê Idlibê axivî.
Lavrov diyar kir ku di li ser vê mijarê Rûsya û Tirkiye civînan pêk tînin û operasyoneke muhtemel li dijî bajarê Idlibê gotûbêj dikin.
Lavrov destnîşan kir ku ew û Enqere di heman baweriyê de ne ku divê opozîsyona nerm ji çekdarên radîkal bêne cihêkirin.
Rûsyayê berî niha ragihandibû ku ew ji bo operasyona li dijî Idlibê civînan li gel serokên komên çekdarên li wî bajarî dikin.
Li aliyê din tê ragihandin ku Artêşa Sûriyê lez daye xebat û amadekariyên xwe yên ji bo kontrolkirina Idlibê ku niha di destê çekdarên ser bi Tirkiyê ve de ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin