Daxuyaniya Biden derbarê rehîneyên li Xezzeyê
15 mijdar 2023 14:47
PeyamaKurd – Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Joe Biden diyar kir, di wê baweriyê de ye ku rehînên Hamasê yên li Xezzeyê hatine girtin, wê bên berdan.
Biden li Qesra Spî bersiva pirsên rojnamevanan da.
Biden bal kişand ku ew bawer dike zêdeyî 200 dîlên ku li Xezzeyê di destê Hamasê da ne bên berdan û wiha got: "Ez her roj li ser vê yekê bi mirovan re diaxivim. Ez bawer dikim ku wê ev yek pêk were, lê ez naxwazim hûrguliyan bidim."
Biden bang li malbatên rehîneyan jî kir û got, "Hinekî din bisekinin, em tên."
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îsraîlê êrîsî Xezzeyê kir: Daxuyaniya yekem ji Qesra Spî
18 adr 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin