Danûstendinên Hewlêr û Bexdayê yên derbarê budceyê de destpê dikin

11 mijdar 2019 17:54
Danûstendinên Hewlêr û Bexdayê yên derbarê budceyê de destpê dikin

PeyamaKurd -  Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê ameje bi wê yekê dike ku, di çend rojên pêş de danûstendinê di navbera Hewlêrê û Bexdayê yên derbarê budceya 2020an a Iraqê destpê dikin.

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê Faris Îsa ragihand: ‘’Li herêma Kurdistanê ve 4 şande bo Bexdayê hatine amadekirin, yekem a şandeya budceya Kurdistanê ye, duyem ya şandeya amar û serjimêriyê ye, sêyem ya şandeya Pêşmerge ye û çarem jî şandeya wîze û petrolê ye.’’

Faris Îsa herwiha diyar kir, amadekariyên hemû şandeyan bo danûstendinê li gel Bexdayê temam bûne.

Nûnerê hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê aşkera kir, ‘’Di Çend rojên pêş de danûstendinê Hewlêr û Bexdayê yên di derbarê budceyê de destpê dikin. Yan şande diçin Bexdayê, yan jî li Bexdayê ve dê şande bên bo Hewlêrê. Ji ber hîn amadekariyên projeyasaya budceya 2020ê ya Iraqê temam nebûye.’’

Di heyama borî de çend carean plan hebû şandeya taybet a guftûgokirina budceyê serdana Bexdayê bike, lê ji ber rewşa piştî xwepêşandanên başûr û naverasta Iraqê serdan hatibû paşxistin.