‘Danûstandinên sanda Kurdistanê û Bexdayê erênî ne, çareserî wê ne demkî be’

09 îlon 2020 21:48
‘Danûstandinên sanda Kurdistanê û Bexdayê erênî ne, çareserî wê ne demkî be’

PeyamaKurd - Parlementerê Tevgera Hîkme li Parlementoya Iraqê Elî Bidêrî got, danûstandinên hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê erênî ne.

Li gorî nûçeya BasNewsê Elî Bidêrî li ser danûstandinên şanda Kurdistanê li Bexdayê diyar kir, herdu alî jî ji bo çareseriya kêşeyan cidî ne û danûstandinên herdu aliyan jî bi erênî birêve diçin.

Bidêrî tekez jî kir, “Hikûmeta Iraqê û hikûmeta Kurdistanê dixwazin kêşeyan li ser bingeha destûrê çareser bikin. Herwiha heta herdu alî bigihin çareseriyeke dawî wê danûstandinên wan berdewam bikin û çareseriya ku herdu alî bibînin wê ne demkî be.”

Hêjayî gotinê ye, doh şanda Herêma Kurdistanê li Bexdayê çend civîn pêk anîbûn bi armanca çareseriya kêşeyên Hewlêr û Bexdayê û bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî re civiya bû.

Şêwirmendê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî, derbarê civînên doh de ragihandibû, herdu alî gihîştine wê rêkeftinê ku lijneyeke taybet ava bikin bi armanca çareserkirina hemû kêşeyên Hewlêr û Bexdayê.