Danûstandinên Misir û Tirkiyê hatin rawestandin

17 hezîran 2021 23:44
Danûstandinên Misir û Tirkiyê hatin rawestandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku destpêkirina pêwendiyên asayîbûnê yên navbera Misir û Tirkiyê hatin rawestandin ku piştî 8 salan ji nû ve hatibûn destpê kiribûn.

El-Erebiye bi zarê çavkaniyan daye xuyakirin, Misirê danûstandinên asayîbûna pêwendiyan bi Tirkiyê re dereng xistine, sedema wê jî ew e ku Tirkiyê şert û daxwazên Misirê pêk neanîne.

Hatiye diyarkirin ku Qahîre ji Tirkiyê daxwaza radestkirina hin kesan dike ku Tirkiye vê red dike û herwiha Tirkiye daxwazên Misirê yên kêmkirina hejmara hêzên xwe yên li Lîbyayê red dike.

Çavkaniyan ji nû ve destpêkirina danûstandinan bi vekişîna hêzên dewleta Tirk ji Lîbyayê ve girê daye û diyar kiriye ku Qahîre ji bo rêzgirtina ji serweriya Lîbyayê ji Tirkiyê pabendiyên niviskî dixwaze.