Danîmarkayê sefîrê xwe ji Îranê kisand

31 cotmeh 2018 00:23
Danîmarkayê sefîrê xwe ji Îranê kisand

PeyamaKurd - Danîmarkayê li ser îdîayên ku dê îstixbarata Îranê êrîşa terorîstî li welatê wan bike gazî balyozê xwe kir.

Danîmarkayê îro ragihandibû ku Îranê plan çêkiriyê ku li welatê wan êrîşa terorîstî bibe ser serkirdeyekî bizava El Ehwaziye. Li ser vê çend dîplomatên îranî qewirandin.

Danîmarka bi vê jî nema û ji bo bertekê balyozê xwe yê li Tehranê gazî Kopenhagê kir.