DAISê li Xaneqînê êrîsî yekîneyeke Artêsa Iraqê kir: Kustî û birîndar hene

23 nîsan 2022 12:27
DAISê li Xaneqînê êrîsî yekîneyeke Artêsa Iraqê kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê li navçeya Xaneqînê êrîşî yekîneyeke Artêşa Iraqê kirin û di encama êrîşê de, 3 serbazên Artêşa Iraqê hatin kuştin û 7 serbazên din jî birîndar bûn.

Li gor Fermandeyê Lîwaya Sêyem ya Hêzên Pêşmerge li sînorê navçeya Xaneqînê Celîl Mihemed diyar kiriye, pêr çekdarên DAIŞê li devera Helwan a di navbera Celewla û Xaneqînê de êrîşî Artêşa Iraqê kirine û şerê di navbera wan de do heta destê sibehê saet 02:00an berdewam kiriye.

Herwiha Celîl Mihemed eşkere kiriye, li gorî agahiyên gihîştine ber destê wan di encama şer û pevçûnê de 3 serbazên Artêşa Iraqê hatine kuştin û 7 serbazên din jî birîndar bûne.