DAISê li nêzî gundekî Xaneqînê alaya xwe ya xelîfetiyê hilda

22 tîrmeh 2020 13:12
DAISê li nêzî gundekî Xaneqînê alaya xwe ya xelîfetiyê hilda

PeyamaKurd - Li gor hêzeke pêşmergeyên li Germesêrê, do êvarî çekdarên DAIŞê alaya xwe ya xelîfetiyê li nêzîkî gundê Şêrik a ser bi qezaya Xaneqîn ve hilda.

Çavkaniyek ji hêza Pêşmerge li Germesêr ragihand, piştî ku hêza Îraqî ala DAIŞê dibîne, hêza xwe tevdigerîne. DAIŞê bi zanayî wiha kir û ji ber wê di navbera herdu aliyan de şer derket, serbazek hate kuştin û yek jî bi dijwarî birîndar bû.

Çend rojên borî, bi fermana Mistefa Kazimî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Iraqê re, supayê Iraqê dest bi operasyoneke berfireh li wê deverê kiribûn.