DAISê li Kerkûkê bi fuzeyan êrîsî binkeya Hesda Seibî kir
25 tebax 2019 13:53
PeyamaKurd – DAIŞê libajaroka Daqûq a Kerkukê êrîşî ser sivîlan û piştre jî bi fuzeyan êrîşî binkeya Heşda Şeibî kir.
Li gor ragihandina çavkaniyên polîsê Daqûqê derengiya şeva borî, komeke DAIŞî li nêzîkî stadyûma futbolê êrîş bir ser sivîlan û hejmarek sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Heman grûba DAIŞiyan piştre jî bi moşekan êrîşî biryargeha Heşda Şeibî ya li Daqûqê kir û hat diyarkirin ku 5 endamên Heşda Şeibî hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.
Piştî bûyerê hêzên teqwiye yên ewlekariyê bo deverê hatine şandin û heta dereng jî şer û pevçûna ligel terorîstên DAIŞê dewam kir.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
DAISê êrîsî komek sivanên li Kerkûkê kir: Kustî û birîndar hene
29 tbx 2022
Jiyan
DAISê li Kerkûkê êrîsî polîsê iraqî kir: Kustî û birîndar hene
02 hzr 2020
Jiyan
DAISê li Kerkûkê êrîsî 3 xalên hêzên Iraqê kir
20 nsn 2020
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin