DAISê li Iraqê dîsa serê xwe derxist: 3 lesker mirin
15 rêbendan 2024 20:15
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku rêxistina terorî ya Dewleta Îslamî (DAIŞ) li sînorê navbera parêzgehên Selahedîn û Anbarê, li dijî baregeha leşkerî ya artêşa Îraqê êrîşek pêk anî. Jêderan ragihandin ku di êrîşa DAIŞê de 3 leşkerên Iraqê hatine kuştin.
Hate ragihandin ku di vê êrîşa li ser sînorê navçeyên Bêcî û Hedîsêyê yên navbera parêzgehên Selahedîn û Anbarê de pêk hatiye de leşkerên Iraqî ku can dane Ehmed Feyaz, Ehmed Muhsîn û Ziya Huseyn in.
Jêderan ragihand ku rêxistina terorî DAIŞ, ev demek e li vê herêmê û bi taybet li gundewarê Anbarê xwe çalak kiriye û dan zanîn ku çend roj berê jî endamân DAIŞê 2 şivanên Ereb revandine.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Koska Spî: Em jibo serê DAISê û çavdêriya Îranê li Iraqê ne
06 sbt 2019
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin