DAISê li gundekî bajarê Selahedînê êrîsek pêk anî

25 tîrmeh 2020 16:34
DAISê li gundekî bajarê Selahedînê êrîsek pêk anî

PeyamaKurd – Li bajarê Selahedînê, çekdarên DAIŞê êrîşeke berfireh pêk anîn.

Li gor zanyariyan, çekdarên DAIŞê îro danê sibeya 25.07.2020an de, êrîşî gundê Simum ê ser bi bajarokê Migêşîfe ya li sînorê Samerayê kirine.

Di encama êrîşê de, çekdarên DAIŞê muxtarê gundê Simum, kerekî wî û du kesên din ên nêzîk wî kuştine, herwiha neviyekî muxtar jî bi giranî birîndar bûye.

Herwiha li gor çapameniya Iraqê, îro ber bi sibehê ve, çekdarên DAIŞê êrîşî binkeyeke milîsên Heşda Şeibî yê bajarokê Migêşîfe kiriye, 8 çekdarên Heşdî Şeibî kuştine û 3 çekdarên wan jî birîndar kirine.