DAISê ji bo berdana serê kesekî revandî 100 hezar dolar fîdye xwest

12 tebax 2021 20:34
DAISê ji bo berdana serê kesekî revandî 100 hezar dolar fîdye xwest

PeyamaKurd – Rêxistina Terorîst DAIŞê ji bo berdana kesên ku hefteya borî li Mexmûrê revandibû, serê her kesekî 100 hezar dolar fîdye xwest.

Terorîstên DAIŞê hefteya borî li navçeya Mexmûrê 5 kes revandibûn û hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê ji bo berdana her kesekî 100 hezar dolar pere xwestine û 48 saet jî dem daye malbatên wan kesan daku pere radestî wan bikin.

Li gorî zanyariyan ji kesên hatine revandin 3 kes ji qezayên Geyara û Şergatê ne û ereb in. Her du kesên din jî 2 kurdên ji Mexmûrê ne.