DAISê êrîsî gundekî Xaneqînê kir, gundiyan bi tundî bersiva wan da
20 îlon 2020 14:33
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê êrişî gundekî Xaneqînê kirine, lê gundiyan jî bi tundî bersiva wan dane.
Berpirsê PDKê li nahiya Gulale ya Xaneqînê, Mehmûd Delo ji medya Kurdistanê re ragihandiye, şeva borî terorîstên DAIŞê gundê Um Hunte yê Gulale dan ber topên hawanan, paşê bi qenasan welatî dan ber guleyan.
Mehmûd Delo got, lê xelkê gund bi tundî bersiva wan dan, ji ber wê jî şerekî giran derket ku di wî şerî de gundiyek hat kuştin û yek jî birîndar bû.
Berdevkê polîsê Diyale, Nîhad Mihemed jî li ser wî şerî da xuyakirin, hêzên ewlehiyê ew der dorpêç kirine lê terorîstên DAIŞê piştî êrişê reviyan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Terorîstên DAISê êrîsî gundekî Xaneqînê kir
06 trm 2020
Cîhan
DAISê li Xaneqînê êrîsî gundekî kakeyiyan kir
13 sbt 2020
Jiyan
DAISê êrîsî gundekî Selahedînê kir: Muxtarekû du birayên wî hatin kustin
15 gln 2020
Jiyan
"DAISê êrîsî Dêrezor û Humsê kir"
06 brf 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin