Dadgehê daxwaza girtina leskerê tecawizkar careke din red kir
PeyamaKurd - Çawişê pispor tirk Mûsa Orhan ku ji ber destdirêjiyê bûbû sedema xwekuştina keça Kurd Îpek Er kiribû sêyemîn car derket pêşberî dadgehê, lê dadgehê careke din girtina leşkerê tecawizkar red kir.
Mûsa Orhan sala borî li Sêrtê keça bi navê Îpek Er desteser kiribû û dest dirêjî lê kiribû. Piştî bûyerê Îpek Er dawî li jiyana xwe anîbû ku vê bûyerê karvedaneke mezin li nav raya giştî ya Kurd çêkiribû.
Ligel hemû hewldanan parêzerên Kurd û daxwaza malbatê jî Mûsa Orhan nehatibû girtin û doza wî li derve berdewam dikir.
Îro 1ê Hezîranê leşkerê tecawizkar derket pêşberî 1emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê ku di sêyemîn danişînê de jî dadgehê girtina wî red kir û danişîn taloqî 16ê Îlonê kir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin