Dadgehê 7.5 sal ceza da parlementerê berê Esad Canan

05 adar 2020 04:29
Dadgehê 7.5 sal ceza da parlementerê berê Esad Canan

PeyamaKurd- 9 emîn adgeha cezayê giran ya Diyarbekirê bi sedema ku endamên rêxstinê ne,7 sal û 6 meh ceza dan parlementerê berê yê HDP yê bajarê Hekkariya Esad Canan û parêzerê Diyarbekirê Fethi Gümüş.

Di derbarê Fethi Gümüş de cara yekeme ku bi sedema diçe avahiya Kongre ya Civakî ya Demokratîk (DTK), tevî civînên wan dibe û diçe kongre ya wan, ceza tê dayîn. Parêzer Fethi Gümüş di paraznameya xwe de ragihand ku ew bi agahiyên polîsên ku Cemaeta Gülen dane hev û pêşkêşî dadgehê kirine tên darizandin û heya niha di derbarê wan de, 400 doz hatine vekirin û daxwaz kir ku bila biryareka adilane bê dayîn.

Piştî celseya Fethi Gümüş ya Esad Canan destpêkir û dadgeh bo Esad Canan 7 sal û 6 meh ceza da.

Mafê her dû kesan heye ko li biryara dadgehê îtîrazê bikin û dosya xwe bibin dadgeheka bilindtir.