Dadgeha Navdewletî ya Lahey: Îsraîl li Xezeyê dagirker e!
PeyamaKurd – Dîwana Edaletê ya Dadgeha Navdewletî ya Ceza ya Laheyê, nêrîna xwe ya li ser şerê Xezeyê û Îsraîlê eşkere kir.
Dîwana Edaletê, Îsraîl li Xeze, Şerîaya Rojava û Rojhilatê Qûdsê weke hêzeke dagirker bi nav kir û diyar kir, erda Filîstînê yekpare ye.
Dadgeha Navdewletî ya Cezayê ku li bajarê Lahey ê Holandayê ye, di eşkerekirina nêrîna xwe ya şêwrê ya derbarê şerê Îsraîl û Hemasê de, di warê hiqûqî de encamên kirinên Îsraîlê şîrove kir.
Dadgehê, tevî ku Îsraîl wekî hêzeke dagirker li nav erda Filîstînê bi nav kir, ragihand ku ew dê rewşa demkî ya leşkerî û encamên wê cuda binirxîne.
Dadgeha Laheyê diyar kiriye ku mafê Îsraîlê nîne li Şerîaya Rojava û Qûdsa Rojhilat berfireh bibe ku ew yek binpêkirina hiqûqa navnetewî ye.
Herwiha dadgehê cara yekem peyva cudaxwaziya nijadî apartheid bikar anî û diyar kir, Îsraîl bi awayê sîstematîk li hember filîstîniyan cudahiyê dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin