Dadgeha Fransayê bo seqamê li Macron dabû 4 meh ceza da Tarel

11 hezîran 2021 04:47
Dadgeha Fransayê bo seqamê li Macron dabû 4 meh ceza da Tarel

PeyamaKurd – Dadgeha Fransayê bi sedema şeqamekî li serokê Fransayê Emmanuel Macron dabû 4 meh ceza da Damien Tarel. Dozgerî ragihand ku tevgerekî “şiddeta bi zanîn” e.

Di geryana serokê Fransayê Macron bo bajarê Tain-l'Hermitage di nav xelkê de kesê bi navê Damien Tarel ê 28 salî şemaqekî li Macron dabû. Li ser dozê, dadgeh 18 meh ceza da Tarel û 14 mehê ceza da paşxistin.

Piştî bûyerê Damien Tarel, di dadgeha cezayê ya Valencia de hatibû darizandin. Tarel ragihandibû ku bê plan û bê bifikire êrîş kiriye.