Cristiano Ronaldo dev ji fitbolê berdide

17 tebax 2026 14:11

Cristiano Ronaldo diyar kir îhtîmal e sala 2026an dev ji futbolê berde.

Cristiano Ronaldo dev ji fitbolê berdide

RûpelNews - Fitbolîstê navdar ê cîhanê Cristiano Ronaldo dawî li kariyera xwe ya fitbolê tîne.

Ronaldo ji Kovara Vogue re axivî û qala projeyên xwe yên pêşerojê kirin.

 Fitbolîstê 41 salî destnîşan kir ku dibe ku sala 2026an bibe sala wî ya dawî di futbolê de.

Ronaldo got: "Dibe ku ev sal bibe sala min a dawî di futbolê de. Ez dixwazim mîraseke hêja li pey xwe bihêlim."

Stêrka Portekîzî diyar kir ku piştî teqawidbûna ji futbolê, ew dixwaze zêdetir geriyanê bike, padel bilîze û kêfa xwe bike.

Peymana wî ya bi El-Nassr re di sala 2027an de bi dawî dibe

Peymana Cristiano Ronaldo ya bi tîma Erebistana Siûdî El-Nassr re di 30ê Hezîrana 2027an de bi dawî dibe.

Ronaldo yê ku sezona borî benda dirêj a tîma xwe ya ji bo sernavê lîgê bi dawî anî, di 142 maçan de ji bo Al-Nassrê 123 gol avêtine û 24 asîst kirine.

Ronaldo ku armanca wî ew e di kariyera xwe de bigihîje sînorê hezar golan, heta niha 976 gol tomar kirine.