COVID-19 | 75 milyon zêdetir pêketî û nêzî 2 milyon mirin
PeyamaKurd – Li seranserê cîhanê hejmara pêketîyên vîrusa koronayê Covid-19 75 milyon kesan yan mirinan jî milyonek û 670 hezar kesan derbas kir.
Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê ya Amerîkî û malpera Worldmeterê, li seranserê cîhanê 75,380,370 kes bi vîrusa korona ketine.
Herwiha 1,670,620 kes jî bi wê nexweşiyê mirine ku heta niha 52,938,025 kes jî baş bûne.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan zêdetirî 17,2 milyon kesan e. Piştî Amerîka, bi 9,9 milyon pêketîyan Hîndistan û bi 7,1 milyon pêketîyan Brezîlya tê.
Li Amerîka heta niha 310,782 kes ji koronayê mirine û di rêza yekemîn de ye. Piştî wê jî Brezîlya tê ku heta niha 184,827 kes mirine.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin