Colemêrg | Çiyager hilkisiyan Çiyayê Cîloyê
18 mijdar 2024 22:02
PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê komeke çiyager û siruşthez hilkişiya Çiyayê Cîloyê yek çiyayê herî bilind e li Bakurê Kurdistanê.
Di van salên dawî de Nevala Spîxanê bi xwezaya xwe bala geştiyarên xwemalî û biyanî dikişîne. Çiyayê Cîloyê yê xwedî bilindiya wê 4 hezar û 135 metro ye, piştî berfa ku van rojan barî spî bûye û bûye rêgeha çiyager û siruşthezan
Komeleya Çiyagerî û Werzişên Xwezayê ya Gol û Cemedên Cîlo Satê (CÎSAD) bi armanca danasîna xweşikbûna xwezaya herêmê çalakîyeke hilkişînê li dar xist. Çiyager û siruşthezên beşdarî çalakiyê bûn piştî meşeke ku 2 saetan kişand gihîştin qada cemedgirtî û wêne û dîmen tomar kirin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Li Nepalê cesedên her dû çiyageran dîtin
06 mjd 2025
Aborî
Dema berf dibare, Çiyayê Qerejdaxê dibe navenda ziyaretvanên herêmê
25 sbt 2025
Cîhan
Li bajarê Wanê 18 çiyager hilkisiyan Çiyayê Erekê
16 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin