Çiya Senses di siba 18 ê adarê de xistin binçav

19 adar 2022 02:38
Çiya Senses di siba 18 ê adarê de xistin binçav

PeyamaKurd – Hunermendê Xerzî yê bi navê Çiya Şenses di serê siba 18 ê adarê de operasyon kirin ser mala wî ya li Îstenbolê û wî xistin binçav. Çiya Şenses hunermendê an ku dengbêjê grûba Koma Gulên Xerza ye. Sedema binçavkirina wî nehat zanîn lê hat gotin ku wî birine baregeha asayîşa Îstenbolê ya li Kolana Vatan ê.

Li ser binçavkirina Çiya Şenses xwuşka wî hunermenda Kurd Rojda Şenses di ser hesabê xwe yê Twitterê de mijarê weha ragihand:

“Dostên hêja, bi operasyona sibê re îro avêtin ser mala birayê min ê hunermend Çiya Şenses û wî xistin binçav. Em nikarin jê xeberê bistînin. Dibêjin piştî nîvro. Em li welatekî wisane ku hê jî hunermendan dixin binçav û bi operasyona sibe, bangî îfadeyan dikin.

Hêvî dikim ku Çiya Şenses dagere mala xwe û ev kiryara li dijî hûqûqê bi dawî were.”