Civîna wezîrên karên derve ya G20an destpêkir
PeyamaKurd – Li Afrîka Başûr li payîtexta wê li Johannesburgê civîna wezîrên karên derve ya G20an destpêkir. Navê civînê kirin ‘Hevkarî, wekhevî û şiyana dewamkirinê’. Civîn bi axaftina serokkomarê Afrîka Başûr Cyril Ramaphosa destpêkir.
Ramaphosa, got ku civîna G20an yekem care li ser axa Afrîka dibe û behsa pêwistiya çareseriya dîplomatîk ya pirsgirêkên kureyî kir xwest desteka wan dewam bike.
Civîn di navbera 20-21ê Sibatê de dê bibe. Ramaphosa di axaftina xwe de got:
“Qaîdeyên Şertê NY, piralîbûn û hûqûqa navdewletî dema di navenda tevgerên me de bin, gelek girînge. Divê van sehayan ji me re wekî torekî be ku me li cem hev bigre.
Gengeşeyên jeopolitik, reşbînî, şer û pevçûn, guherîna kêş û hewayê, enerjî, bê bahweriya bi xidayê ev hemû yekîyiya kureyî tehdîd dikin. Welatên G20an divê destekê bide çareseriya pirsgirêkên dîplomatîk.”
Platforma G20an, 19 dewletan, YEyê û Yekîtiya Afrîkayê tîne cem hev û wê li ser şerê Ûkrayna-Rûsya, guherîna kêş û hewayê û li ser mijarên weha axaftinan bikin û biryaran bidin.
Wezîrê karên derve yê DYAyê Rubio tevlî civînê nabe. Wê wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov tevî civînê bibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin