Civîna Lubnan û Îsraîlê li Washingtonê dest pê kir

14 nîsan 2026 20:58

Hevdîtinên rû bi rû yên nûnerên Îsraîl û Lubnanê, li Washingtonê bi mêvandariya Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio dest pê kir.

Civîna Lubnan û Îsraîlê li Washingtonê dest pê kir
Wêne: Reuters

RûpelNews - Di civînên li Washingtonê de ligel Rubio, Nûnerê Daîmî yê Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz, Balyozê Amerîkayê li Beyrûtê Michel Issa, Balyozê Îsraîlê li Washingtonê Yechiel Leiter, Balyoza Lubnanê li Washingtonê Nada Hamadeh-Moawad û berpirsê Wezareta Derve Mike Needham amade bûn.

Rubio destpêka civînê ragihand kêşeyên navbera her du welatan tavilhalê çareser nabe, lê belê ev hevdîtin gelek girîng e û wiha axivî: “Ev derfeteke dîrokî ye, ezmûnên dîrokî em gihandina vê fersendê. Gelê Îranê ji ber êrîşên Îranê dibin qurbanî. Em ê li ser vê jî bi berfirehî biaxivin. Hêviya min ew e ku em bigihijin encameke erênî.”