Civîna encumena wezîran bi dawî bû: Tatîla cejna Qurbanê 9 roje

13 tîrmeh 2021 01:44
Civîna encumena wezîran bi dawî bû: Tatîla cejna Qurbanê 9 roje

PeyamaKurd – Encumena wezîran ya Tirkiyê bi serokatiya Recep Tayip Erdoğan hat kirin û bi dawî bû. Mijara ku herkes meraq dikir ya rojên tatîla cejna Qurbanê bû.

Erdoğan ragihand ku tatîla cejna Qurbanê 9 roje. Ji roja 16 ê temmûzê destpêdike û heya 26 ê temmûzê dewam dike. Erdoğan balê kişand ser tevgerên rojên cejnê û hişyariyê da hemwelatiyan da di mijara Kovid-19 ê de çawa tevbigerin û weha got:

“Em encamên baş distînin. Divê em di rojên cejnê de bi heman tedbîran bigerin da di pêşde pirsgirêkan nejîn. Ez hemwelatiyan dawet dikim da heya cejnê aşiyên xwe yên Kovid-19 ê bikin.”