Civîna 7em ya hevkariya Tirkiye-Îran ya aboriyê ya sînor li bajarê Ormiyeh çêbû

04 cotmeh 2024 00:06
Civîna 7em ya hevkariya Tirkiye-Îran ya aboriyê ya sînor li bajarê Ormiyeh çêbû

PeyamaKurd - Civîna 7em ya hevkariya Tirkiye-Îran ya aboriyê ya sînor li bajarê Kurdistanê li Ormiyeh çêbû. Hat ragihandin ku armanca civînê pêşdebirina têkiliyên aborî, çandî û bazirganî ya navbera her dû dewletaye. Ji ber hem civîn ya sînore, bêhtir mijarên bazirganiyêr dertên pêş.

Di civînê de parêzgerê Hakkariyê Ali Çelik û parêzgerê Azerbeycana Rojava Muhammad Sadegh Motamedian, parêzgerên bajarên sînor yên Tirkiyê, endamên protokolê, nûnerên dezgeyan hebûn.

Naveroka civînê bêhtir li ser têkiliyên sînor yên navbera Tirkiyê û Îranê, gihandin, çand, zanist,s anayî û aborî bûn. Koordînatoriya heyeta Tirkiyê parêzgerê Hakkariyê Ali Çelik dikir û di civînê de axifî.

Wê civîn du roj dewam bike û di her sehayê têkiliyan de komîsyon bên avakirin.